Tevî agirbesta Putin-Erdogan, tenê di 3 mehan de bêhtirî 6 hezar wesayîtên artêşa Tirk derbasî Idlibê bûne.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov diyar kir ku hejmareke wesayîtên dewleta Tirk bi rêya dergeha Kefer Losîn a sînorî ve derbasî xaka Sûriyê bû û ber bi nuqteyên artêşa Tirk ên li herêmê ve çû.
Ji meha Sibatê heta niha zêdetirî 10 hezar û 300 wesayîtên artêşa Tirk a dagirker derbasî xaka Idlibê bûne ku tank, loderên zirxî û gelek alavên leşkerî bûn.
Beriya çend rojan jî serokkomarê Tirkiyê Erdogan dîsan gefa êrîşeke li dijî hêzên hikumeta Şamê xwaribû.



