Li Başûrê Kurdistanê 4 kesên din bi vîrûsa Corona ketin, 2 jê ji parêzgeha Silêmaniyê ne û 2 jî ji Dihokê ne.
Wezareta Tenduristiya Herêma Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Dihokê 2 welatiyên din bi coronayê ketine.
Her wiha hat diyarkirin ku li Hewlêrê kesek, li Dihokê jî 2 kesên ku bi nexweşiya vîrusê ketibûn, baş bûne.
Li gel vê hat ragihandin ku li Helebceyê jî zarokeke 3 mehî û jineke 35 salî yên ji ber vîrusa Coronayê dihatin tedawîkirin baş bûne.
Di heman mijarê de, Rêveberiya Tenduristiya Silêmaniyê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajaroka Şarbajêr kesek û li navçeya Kifrî kesek bi giştî 2 kesên bi nexweşiya vîrusa Coronayê ketine hatine tomarkirin.
Hat diyarkirin ku yên bi Coronayê ketine welatiyekî 80 salî ku li bajaroka Şarbajêr dimîne û welatiyê din jî 29 salî ye li Kifrî dijî.