Li bajarê Qamişlo di depoyek ya mobîlyayê de agir derket û tenê ziyanîn madî çûbûn.
Şewat li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo pêk hat.
Tê gotin şewat ji ber pirsgirêkeke teknîkî derketiye.
Ji ber hebûna madeyên sotemeniyê di depoyê de agir bi lez li çar aliyên depoyê gur bû.
Tîmên agirkujiyê jî yekser berê xwe dan cihê şewatê û bi alîkariya hêzên Hewarî û Ewlekariyê agir vemirandin.
Di encama şewatê de, tenê ziyanên madî çêbûn.