Navbera kolber û pazvanên sînro pevçûn derket, kolberkî jiyana xwe ji dest da

Li bajarokê Biyare yê Helebçeyê, di navbera kolberan û hêzên parêzvanên sînor ê lîwaya 1 a Silêmaniyê de gengeşe derket, di encama gulebaranê de kolberekî jiyana xwe ji dest da.

Duh li gundê Hane ya bi ser bajaroka Biyare yê Helebçeyê de, kolberek 35 salî yê bi navê Seywan Qanih Banîşareyî ku bavê 4 zarokan e, hate kuştin.

Li gorî agahiyên heval û xizmên wî, dema ku kolber kel û pelên xwe dibir deriyê Sînor ê Pîşe, ji aliyê parêzvanênê sînor ê lîwaya 1 a Silêmaniyê ve li gundê Hane hate gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da.

Berpirsê bajarokê Xorman Osman Enwer jî diyar kir ku ev tişt ji ber sedema nefamkirinê çêbû, ji bo vê 5 koleber hatin binçavkirin.

Back to top button