Li herêmên hikûmeta Şamê 67 kesên din bi Coronayê ketin

Li herêmên hikûmeta Şamê, di 24 saetên dawî de hejmara herî bilind a pêketiyên bi vîrûsê ya rojane careke din hat ragihandin.

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê pêketina 67 kesan bi vîrûsa Coronayê ragihand.

Her wiha wezaretê eşkere kir ku 18 kesên din jî ji Coronayê baş bûne.

Bi van daneyên dawî re jî, li herêmên hikûmeta Şamê heya niha hezar û 255 kes bi Coronayê ketine, ji wan 364 baş bûne û 52 jî mirine.

Back to top button