Duh careke din bi hezaran jinên Belarûsê li dijî zextên desthilata Lûkaşenko daketin kolanên Mînskê.
Jinan di xwepêşandanê de banga berdana muxalifên girtî û dûrketina Lûkaşenko kirin.
Polîs û hin kesên rûpoşkirî bi zorbazî jimareke jin girt û avêt erebeyên xwe.
Jineke ciwan darbe di rûyê xwe de xwar piştî ku rûpoşa polîsekî jê kir.
Rêxistina Viyasna a Mafên Mirovan ragihand ku zêdeyî 70 xwepêşander hatin binçavkirin.
Kenala Bîlsat a rikeberiyê jî da xuyakirin ku 2 nûçegihanên wê hatin girtin.
Tê payîn ku sibe Yekşemê xwepêşandeke mezintir li dijî Lûkaşenko li dar bikeve.