Tevger û rêxistinên Kurdistanî jî bi daxuyaniyan bertek li dijî oparasyonên qirkirina siyasî ya Faşîzma AKP’ê ku li hember HDP’ê dayî despêkirin nîşan da.
Tevger û Rêxistinan diyarkirin ku wê li dora HDP’ê bicivin û banga daketina qadan kirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê li dijî faşîzma AKP’ê bertek nîşan da û wiha got:
“Em ê li dijî feraseta zilam a AKP’ê ya êrîşkar, faşîst, mîlîtarîst û zayendperest, ji têkoşîna xwe ya azadiyê gavekê jî paşve ne avêjin.”
HDK: Hêza we têrê nake ku HDP’ê bêdeng bikin
Desteya Rêveber a HDK’ê got:
“Tirkiye vê sibehê kete rewşeke ya DARBE’yê.
AKP-MHP û bloka desthilatê ya di nava dewletê de, dest bi kampanyayeke ya binçavkirina ku raste rast dewama Darbeya 12’ê Îlonê ye, kir.
KNK: Ev operasyon tolhildana DAIŞ’ê ye
KNK’ê operasyona qirkirina siyasî ya îro li ser HDP’ê û siyasetmedarên Kurd şibande operasyona KCK’ê ya 2009’an û got,
Dixwazin qada siyasî ji nûnerên Kurdan re bigrin û nehêlin Kurd siyasetê bikin. .”
KNK’ê bang li herkesî kir ku bi tevlîbûna pêngava KCK’ê ya “Dem Dema Azadîyêye” bibin û bersiveke mîna ya berxwedana Kobanê nîşan bidin.
KNK’ê bang li raya giştî ya Cihanê û hêzên peywendîdar kir ku rastîya rejîma Erdogan- Bahçelî-Ergenekonê bibînin û dijî kiryarên wan piştgirî bidin berxwedana gelê Kurd û hemî dijberên vê rejîmê.’
KCDK-E Û TJK-E bang kir ku li her derê dakevin kolanan
KCDK-E li dijî operasyonên qirkirina siyasî ya desthilata AKP-MHP’ê bang li her kesê kir ku li cihê lê dakevin kolanan û seferber bibin.
TJK-E’yê li dijî operasyonên qirkirina siyasî bang kir ku her kes li dora HDP’ê bicive û diyar kir, “Gel û jinên Kurd wê serî netewînin.”