Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya qeyûm danîn şûna wê û Hevserokê HDP’ê yê Qersê Cengîz Anli û 2 kesên din ku 8 roj bû di bin çavan de bûn, hatin girtin.
Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya qeyûm danîn şûna wê û 4 kesên din piştî emniyetê biribûn edliyê û li vir îfade dayîna ji bo dozgeriyê bi dawî bû.
Dozger piştî darizandinê Muazzez Çagritekîncî serbest berda û derbarê Şevîn Alaca, Hevsrokê Rêxistina HDP’ê ya Qersê Cengîz Anli, Mustafa Yardimcier û Şengul Erkmen de biryara girtinê da.
Her wiha siyasetmedarên jin ên girtî Sebahat Tûncel, Aysel Tûglûk, Gultan Kişanak û Gulser Yildirim, wê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de îfadê bidin.
Biryar ji Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û parlamenterên berê yên HDP’ê Aysel Tûglûk û Gulser Yildirim re hat ragihandin.
Hat hînbûn ku siyasetmedarên jin, wê roja Duşemê 12’ê Cotmehê, îfade bidin dozger.