Dareza Tirk 3 siyasetmedarên din ê HDP’ê girtin

Dareza Tirk di bi navê  “Lêpirsîna Kobanê” ya tê revebirin de, ji HDP’iyên di operasyonên qirkirina siyasî binçav kirin de, 3 din jî girtin.

Parlementerê berê yê Pariya Demokratîk a Aşitiyê (BDP) Îbrahîm Bînicî, Endamê Meclîsa Partiyê (PM) ê Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mesûd Bagcik û Ayşe Yagci, 27’ê Cotmehê hatibûn binçavkirin.

3 siyasetmedarên ku sewqî Dadgeha Cezayê Silha 7. Enqereyê hatin kirin, bi hênceta “Gumana revînê, hîn delîl bi giştî nehatî komkirin û têrênekirina tedbîrên kontrola edlî” hatin girtin.

Back to top button