Artêşa Azerî derbasbûna xwe bo herêma Exdamê ragihand

Piştî vekişîna hêzên Ermen ji herêmê, Artêşa Azerî derbasî herêmên Qerebaxê dibe. YE jî derbasbûna hêzên biyanî û çeteyan bo herêmê şermezar dike. Di wextekê de ku qaşo agirbest pêk hatiye û lihevkirin çêbûye, dewleta Tirk weke li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî guhertina demografîk pêk aniye, niha malbatine Sûrî ji herêmên li jêr destê xwe yên li Sûriyê li Qerebaxê bi cih dike.

Piştî lihevkirina ku ji bo Ermenan biêş bû, îro vê sibehê artêşa Azerî derbasbûna xwe bo herêma Exdam a li rex Qerebaxê, ragihand.

Li rex vê jî YE derbasbûna hêzên biyanî bo Qerebaxê şermezar kir.

YE Pêncşemê kêfxweşiya xwe bi agirbesta li Qerebaxê anî ziman û banga lêpirsîna sûcên şer ên li wir pêk hatine, kir.

YE Banga derxistina çeteyên dewleta Tirk ji Qerebaxê kir

Wezîrê Derve yê YE Josep Borrell diyar kir ku Yekîtî ji hemû aliyên herêmî dixwaze ku bandorê li agirbestê nekin.

Her wekî banga vekişîna hemû hêz biyanî û çeteyên Sûrî yên dewleta Tirk kir.

Tê zanîn, dewleta Tirk bi hezaran çete ji Sûriyê ber bi Azerbeycanê ve şandine.

Rista Tirkiyê ya di hevbendiya NATOyê de jî, wê 1 û 2 Kanûna bê di civîna wezîrên derve yên hevbendiyê de were nîqaşkirin.

Bi derxistina gelê Ermen ji Qerebaxê, êdî Tirkiye bi niyet e planên guhertina demografîk bigerîne..

Şivan Xabûrî: Tirkiye malbatên Sûrî dişîne Qerebaxê

Nûnerê Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî yê li Îmaratê Şivan Xabûrî ji televîzyona SKY News re ragihand ku hikumeta AKP malbatên Sûrî dişîne Qerebaxê.

Li wê derê ku berê navê xwe “Kurdistana Sor” bû, hejmareke mezin a Kurdan dijî.

Li gorî Xabûrî, Kurdên li wir ji wan re ragihandiye ku hinek malbatên Sûrî bi rêya dewleta Tirk gihaştin Qerebaxê.

Ev yek berî niha li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê hatiye pêkanîn, ku Tirkiye şêniyên resen ên van herêman daye koçkirin û li şûna wan malbatên çeteyên xwe yên ji herêmên din bi cih kirine.

Back to top button