Artêşa Tirk a dagirker karwaneke din a leşkerî derbasî nuqteyên xwe yên li Idlibê kir.
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku şeva borî 30 erebeyên din yên bi alavên leşkerî û lojistîk barkirî, ber bi nuqteyên dewleta Tirk yên li Idlibê ve çûn.
Li gorî çavdêriyê, bi derbasbûna vê karwanê re, ji Sibatê û heta niha hejmara giştî ya maşîneyên leşkerî gihîşt 10 hezar û 805an.