Êrîşa PDK’ê ya li dijî gerîlayên HPG’ê li bajarên Almanyayê hate şermezarkirin

Êrîşa hêzên PDK’ê ya li dijî gerîlayên HPG’ê, li paytexta Almanya Berlînê ji aliyê ciwanên Kurd ve hate şermezarkirin. 

Ji ber êrîşa PDK ya duh, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Almanayê li paytex Berlînê, li hev kom bûn.

Tevgerê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew rijandina xwîna Kurdan bi destê Kurdan weke xiyanetê dibînin û bang li PDK’ê dikin ku dawî li vê îxaneta xwe bîne.

Her wiha ciwanên Kurd ên li Dortmûndê jî bi meşekê, êrîşa PDK’ê şermezar kir.

Ciwanan, gerîlayê HPG’ê yên di êrîşê de şehîd bû bi bîr anî û bi sloganên “Bimire xiyanet” heta navenda bajêr meşiyan.

Ciwanan bang li hemû Kurdan kir ku tavilê li ber êrîşên PDK’ê rabin.

Back to top button