Berdevkê QSD Kîno Gabrîel destîşan kir ku wê hêzên wan di çarçoveya parastina rewa de li ber xwe bidin û berisva êrîşên li ser herêmê bidin.Gabrîel îdiayên radestkirina navçeya Eyn Îsa ji hikumetê Şamê re, red kir û bang li Rûsiya kir ku li hemberî êrîş û binpêkirinên Tirkiyê bêdeng nemînin.
Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîel diyar kir ku hêzên wan hemû êrîşên dagirkeriya Tirk têk birin û planên wê vala derxistin û hêzên wan di çarçoveya parastina rewa de li ber xwe dide û berisva êrîşên li dijî herêmê dide.
Kîno Gabrîel da zanîn ku dewleta Tirk bi berdewamkirina êrîşan dixwaze “rewşeke cuda bisepîne, an QSD’ê û hêzên Rûsya nuqteyên bicihbûna xwe biguherînin, û dixwaze erdên nû dagir bike.
Kîno Gabrîel: Divê hêzên garantor êrîşên Tirkiyê rawestîne
Gabrîel li ser helwesta dewletên garator Rûsya û Amerîka li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk wiha got:
“Ya giring ew e ku rê nedin dewleta Tirk ku xetên ku heta niha di peymanan de diyar kirine, derbas bike.
Bawer im, zexteke domdar li ser Tirkiyê heye da ku êrîş û binpêkirinên xwe rawestîne û li gorî peymanên berê agirbestê pêk bîne û li hemberî van binpêkirinan bêdeng nemînin.”
Kîno Gabrîel: Me Eyn Îsa radestî hikumetê nekiriye
Berdevkê QSD îdiayên hin dezgehên çapemeniyê yên nêzî Rûsya û hikumeta Şamê li ser radestkirina navçeya Eyn Îsa ji hikumetê re, red kir û got:
“Tiştekî wiha nîn e. Heke tiştek bi vê rengî hebûya, me bi awayekî fermî ragihandiba.”
Kîno Gabrîel piştrast kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin ku ev parçeyekî ji siyaseta wê li seranserê herêmê û Rojhilata Navîn e.