Komîteya Aboriya Jin a Kongera Star 5 hezar û 800 donim erdê çandiniyê ji jinên ji Serêkaniyê yên koçber re veqetand da ku genim biçînin.
Komîte nêzî 78 penaberên bê-kes ji bilî hevjîn û dayikên şehîdan ên ku li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê dimînin, dihewîne.
Ji her jinekê re 45 donim dikeve û her yek 150 hezar lîreyên Sûriyê dide da ku jê sûdê wergire.
Qezenc piştî berhevkirina berheman bi vî rengî tê belavkirin:
Ji sedî 25 diçe fona komîte û ji sedî 75 li jinên ku beşdarî projeyê dibin, tê belavkirin.