“Bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan re Tirkiyê diavêjin nava bîreke bêbinî” Omer Ocalan ku hem parlamenterê HDP’ê yê Rihayê ye û hem jî biraziyê Rêber Apo ye, li ser tecrîda heyî vê dibêje. Omer piştrast kir piştî wan idîayan, tirs, fikar û gumanên wan zêdetir bûn û daxwaza hevdîtina bilez kir.
Ji bilî tecrîda giran a li ser, vê dawiyê der barê tenduristiya wî de jî idîa û agahî belav kirin.
Rêber Apo tevî van hemû siyasetên wan ên pûç û vala, hîna li ber xwe dide û ji siyasetên wan xurttir derdikeve..
Omer Ocalan, ku parlamenterê HDP’ê yê Rihayê ye û biraziyê Rêber Abdullah Ocalan e der barê vê tecrîdê axivî.
Têkildarî helwesta dewletê ya li hember vê rewşê, Mehmet Ocalan, nirxandin kir û bi zelalî ev yek pênase kir.
Omer Ocalan anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan tê êşkencekirin, ew û yên li cem wî bi êşkenceyeke derûnî re rû bi rû ne.
Parlamenterê HDP’ê û biraziyê Rêber Abdullah Ocalan, di dawî de ev yek tekez kir “Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan re Tirkiyê davêjin bîrek bê-binî. Tecrîd, astengiya herî mezin a li pêş çareseriya aştiyane û ji bo Tirkiyê destpêka pêvajoya şer, qeyran û aloziyê ye.”
Çi qasî dewlet di vê siyaseta xwe ya zext û tecrîdkirinê de bi rijd be, ew qas li wî, fikir û peyamên wî xwedî tê derketin û bi vê re jî hemû siyasetên wan vala derdikevin..