Berpirsê yekem ê şaneyên DAIŞ’ê li sûcên xwe mukur tê

Yekîneyên Antî Teror (YAT) di çarçoveya lêpirsînên Opersyona Mirovî û Ewlehiyê de, berpirsê yekem ê şaneyên veşatrî yên DAIŞ’ê yê di kampa Holê de Ehmed Xaşi (Ebû Xalid) girt.
Ajansa Nûçeyan ANHA’yê hevdîtin bi serçete Ebû Xalid re kir. Di hevdîtinê de, serçete li kuştinên ku di hundirê kampê de dikirin û gelek tiştên din mukur hat.

Piştî mukurhatinên çeteyên ku di çarçoveya Opersyona Mirovî û Ewlehiyê de hatibûn girtin, Yekîneyên Antî-Teror (YAT) di hindirê kampa Holê de hin serdegirtin kirin û hejmarek çeteyên din girtin.

Ji van çeteyan, berpirsê yekem ê şaneyên DAIŞ’ê li kampê Ehmed Xaşi (Ebû Xalid) e. Ajansa nûçeyan a ANHA’yê roportaj bi serçeteyê navborî re kir.

Ebû Xalid Îraqî ye û 2014’an tevlî DAIŞ’ê dibe. Sala 2018’an jî derbasî Sûriyê dibe û li bajarê Şefia yê Dêra Zorê bi cih dibe.

Sibata 2018’an em ji bajarê Qayîmê çûn Dêra Zorê.

Ez li Şefia bi cih bûm. Salekê min li wir kar kir.

2019’an jî ji Baxozê hatim kampa Holê.

Ebû Xalid li xwe mukir hat ku destpêkê di hindirê kampê de wekî berpirsê belavkirina alîkariyan bo malbatên DAIŞ’ê bû.

Berpirsê DAIŞ’ê Cerah yê li herêma rojhilatî ji min re pere dişandin.

Min jî li malbatan belav dikir.

5 -6 mehan me wiha dewam kir.

Paşê min pere bi rêya buroyên veguhestina pereyan re, her wiha bi rêya kartên ne fermî yên malbatên ji kampê derdiketin, werdigirt.

Berpirsê yekem ê şaneyên DAIŞ’ê: Me salekê welatî bi kêr û çakûçan dikuştin

Ebû Xalid li xwe mukir hat ku di sala 2019’an wekî berpirsê yekem ê DAIŞ’ê di li hindirê kampa Holê hat erkdarkirin û êdî dest bi bûyerên kuştinê kir.

Koma duyemîn karê ewlehî dikir, ji bo her kesî bitirsîne.

Kesên bi hêzên ewlekariyê re kar dikirin, dihatin kuştin.

Ew hemû jî berê endamên DAIŞ’ê bûn.

Destpêkê me bi bi kêr û çakçûçan welatî dikuştin, piştî salekê me rêbaz bi pêş xist û êdî bi demançeyên bêdeng ew dikuştin.

Back to top button