Li paytexta Iraq Bexdayê, agir bi nexweşxaneyeke Coronayê ket û zêdeyî, 60 kesî bûn qurban.
Duh êvarî, li nexweşxaneya Ibn El-Xetîb a li navçeya Pira Diyalayê ya li Bexdayê, agir bi nexweşxaneyeke Coronayê ket.
Li gorî agahiyan, sedema rûdana vê şewatê teqîna sehrîcên Oksijînê bû û tê de, herî kêm 23 nexweş jiyana xwe ji dest da û derdora 44 jî birîndar bûn.
Ajansa nûçeyan ya Iraqî diyar kir ku 90 kes ji 120 kesên ku li qada ku agir pê ketibû, hatin rizgarkirin.