Li Germiyanê li ser dagirkeriyê panelek hat lidarxistin

Li herêma Germiyan ya başûrê Kurdistanê îro panelek li ser êrîşên dagirkeriyê hate lidarxistin û hat gotin ewê destûrê nedin dagirkirina başûrê Kurdistanê.
Dayîkên şehîdan jî diyar kirin ku ew piştgiriya berxweda gerîla dikin.
43 parlementerên Iraqê jî xwestin ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li parlementoyê li ser binpêkirinên serweriya xaka Iraqê aghiyan bide.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê çalakî zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de li Germiyanê paneleke bi slogana “Em ê bi yekîtî û têkoşînê dagirkeriyê têk bibin” hate lidarxistin.

Panel ji aliyê Eniya Niştimanî ya Dijî Dagirkerî ve hat lidarxistin.

Di panelê de çalakvanê siyasî Herêm Mehmûd axivî û diyar kir ku ew ê ji bo têkbirina dagirkeriyê di hemû alîyan de, têkoşîn bikin.

Mamosteyê Olî Îdrîs Jaleyî jî ji aliyê olî ve dagirkerî nirxand û wiha got:

Dewleta Tirk li ser navê ol hewl dide ku Kurdistanê dagir bike, lê bila bizanibin ku xeyalên wî pûç in.

Parêzer Kawe Letîf jî diyar kir ku sûcên dewleta Tirk wekî alîkariya DAIŞ û hrw li gorî tu yasayeke navnetewî nayê qebûlkirin.

”Li ser van tawanan pêkan e ku dewleta Tirk û Erdoqan wekî tewankar û dîktator werin darizandin”.

Dayika şehîd Germiyan: Gerîla xwişk û birayên me ne

Dayika Şehîd Germiyan, Rêzan Esker jî li ser şerê navxweyî axivî û got,

“Divê PDK piştrast be ku tevahiya xelkê Kurdistanê piştgiriya PKK’ê û berxwedana wê dike.

Gerîla xwîşk û birayên me ne.”

43 parlementeran xwest Kazimî li ser binpêkirina serweriya Iraqê agahî bide

Li aliyekî din 43 parlementerên Iraqê xwestin Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li parlementoyê li ser binpêkirinên serweriya xaka Iraqê zanyariyan bide.

Back to top button