Hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker îro li ber Dergeha Ebû-Zendî ya li bajarokê Babê a dagirkirî, dîl bi hev guhertin.
5 çeteyên ku li cem hikûmeta Şamê girtî, 5 endamên hikûmeta Şamê ku li gel çeteyan girtî bûn, hatin berdan.
Ev cara 5’emîn ku operasyoneke wiha bi navbênkariya Wezareta Parastinê ya Rûsî û lihevkirina bi Dewleta Tirk re, pêk tê.
Di 12’ê gulana borî de jî , Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku 2 ciwan û jinek ku li gel hikûmeta Şamê girtî bûn, li hember hin endam û cenazeyên hêzên Hikûmeta Şamê ku li cem çeteyan bûn, hatin berdan.