”Li hember êrîşên dewleta Tirk yek dest bin”

Nerazîbûnên Hunermedên Kurd yên li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê zêde dibin. Hunermend Ihsan Zîrek ji tevayî civakê bi taybetî jî hunermend xwest ku li dijî dagirkeriya Tirk bibin yek.
Hunermend Beser Şahîn jî da zanîn ku wan ji Mesûd Barzanî xwestine ku wekî rêberekî Kurdan nêzî mijarê bibe û gotina “em ê destûra şerê birakujiyê” nedin bi bîra wî xistine

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê û hewldanên derxisitina şerê navxweyî bertek zêde dibin.

Hunermend Ihsan Zîrek derbarê mijarê de axivî û daxwaz ji tevayî çînên civakê bi taybetî jî hunermend kir ku li dijî dagirkeriya Tirk bibin yek.

Ihsan Zîrek bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ya derxistina şerê navxweyî û got,

“Nabe carek din Kurd şerê hev bikin, ji ber ku ev şer tenê ziyanê dighîne gelê Kurd”.

Ihsan Zîrek destnîşankir ku Kurd tenê bi yekgirtin û helwestek hevbeş dikarin pilanên dijmin vala derxînin û serkeftinê bi destxin.

Zîrek anî ziman ku divê hemû hunermend li dijî dagirkeriya Tirk dakevin qadan û bêdeng nemînin.

Ihsan Zîrek îşaret bi rola gerîla ya li Başûrê Kurdistanê jî kir û wiha got:

“Gerîla di parastina xaka Kurdistanê rolek giring hebûn, di dema şerê DAIŞ’ê de piştgiriya pêşmerge kir û şehîd dan”.

”Me ji Mesûd Berezanî xwest ku weke rêberekî Kurdan nêzî mijarê bibe”

Înîsyatîfa Yekîtiya Hunermendên Kurdistanî jî beriya niha serdana başûrê Kurdistanê kir û bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî civiya.

Hunermend Beser Şahîn ku di nav înîsyatîfê de cih digire, armanca serdana înîsyatîfê û hevdîtinên kirine nirxandin.

Beser Şahîn anî ziman ku ew bi armanca rawestandina şer çûbûn başûr û da zanîn ku hevdîtina wan bi Mesûd Barzanî re baş bû.

Beser da zanîn ku wan ji Mesûd Barzanî xwestine ku wekî rêberekî kurdan nêzî mijarê bibe û li ser çareseriyê hûr bibe.

Beser diyar kir gotina “em ê destûra şerê birakujiyê” nedin bi bîra Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî xistine

Beser Şahîn da zanîn ku tenê bi yekîtiyê Kurd dikarin li hemberî êrîşan bisekinin.

Back to top button