Li navçeya Ehdas a Şehbayê Hefteya Çand û Hunerê pêkir

Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Efrînê li navçeya Ehdas a Şehbayê dest bi çalakiyên roja yekemîn ên Hefteya Çand û Hunerê kir.

Bi beşdariya bi sedan şêniyên navçeyê çalakiyên Hefteya Çand û Hunerê Efrînê dest pê kirin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre Endama Rêveber a Kongreya Star a navçeya Ehdas balkişand li ser girîngiya rola jinan a di parastina mîrate, çand û hunerê de .

Çakalî bi pêşkêşkirina tabloyekê ku Koma Şehîd Hêva pêşkêş kir berdewam kir.

Her Wiha Tablo behsa azadiya jinan di nava neteweya demokratîk û felsefeya rêber Abdullah Ocalan de dike.

Koma Şehîd Mizgîn a Stranên Kevnare gelek stranên kurdî pêşkêş kirin.

Paşê Koma Çiyayê Kurmêç govendeke gelêrî pêşkêş kir.

Çalakiyên bi gerandina govendên filoklorî bi dawî bûn.

Back to top button