HPG: Li Metîna 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de li herêma Metîna derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker dan.HPG’ê ragihand gerîla ji bo bîranîna Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê çalakî li dar xist. hat gotin di encamê de 5 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û di kozîkên dagirkeran jî hatin rûxandin. HPG’ê da zanîn artêşa Tirk bi gazên jehrî êrîş bire ser çeperên şer yên herêma Avaşînê.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêmên Zap, Metîna, Avaşîn, Xakurkê û Heftenînê yên başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe didin û rojane derbê li dagirkan didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên dagirkeran û berxwedana gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê li leşkerên Tirk yên dagirkera hat xistin û ev agahî parve kir;

“15’ê Tîrmehê li dijî dagirkerên li ser Girê Koordîneyê çalakiyeke ji du baskan ve hate lidarxistin.Baskê destpêkê yê çalakiyê ji nêz ve li kozikekê xist û di encamê de 3 dagirker û baskê duyemîn ê çalakiyê jî li kozikekê xist 2 dagirker hatin kuştin; û kozîk û tevî çekên têde hatin rûxandin. Di heman demê de sîstema kamera ya li ser gir jî hat îmhakirin.”

Hat diyar kirin ev çalakî ji bo bîranîna ‘Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê’ hatin li dar xistin.

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 14’ê Tîrmehê li qada Werxelê ya Avaşînê bi gazên bi jehr êriş bir ser tunelên şer.

HPG’ê da zanîn 15’ê Tîrmehê li herêma Avaşînê dagirkeran xwestin bi teqemeniyan êrişî tunelên şer bikin û diyar kir hêzên gerîla dest li dagirkeran werdan û teqemenî hate bêbandorkirin.

Her wiha hat diyar kirin 14’ê Tîrmehê qadên Werxelê û Girê Sor yên Avaşînê bi helîkopterên êrişê hatin bombebarankirin.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên bi navê Sîpan Mûş, Savûşka Devrîm û Mûnzûr Çîyager ku Tîrmeha 2017’an li herêma Zapê şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û soza pêkanîna armancên şehîdan da.

Back to top button