HRE: Li Efrîn, Ezaz û Babê 12 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li herêmên dagirkirî bi çalakiyên bi bandor bersiva sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didin.
HRE’yê ragihand li Efrîn, Bab û Ezazê di encama çalakiyan de 12 dagirker hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn. Hat diyar kirin ev çalakî weke bersiva êrîşên li ser şehîdgeha Efrînê, hatin li dar xistin.

Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapamenyên ya HRE’ê derbarê çalakiyên li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di Daxuyaniyê de hat diyar kirin ku navbera 16 û 19’ê Tîrmehê de li dijî dagirkeran çalakiyên bi bandor hatine lidarxistin û ev agahî hate parve kirin,

“16’ê Tîrmehê, li gundê Elemdara ya navçeya Raco, li dijî çeteyan çalakiyek hat li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû.

18’ê Tîrmehê, li taxa Vîlat ya Efrînê, çalakiyek hat li dar xistin û di encamê de seyareyek hat ruxandin, 2 çete jî brîndar bûn.

19’ê Tîrmehê, li herêma Babê li hember çeteyên dagirker çalakiyek hat li dar xistin.

Di encama vê çalakiyê de, 7 çete hatin kuştin, 5 çete brîndar bûn û 2 seyareyên bi doçka jî hatin rûxandin.

Heman rojê li gundê Kilcibrîn ya Ezazê, di encama çalakiyekê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû. ”

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ev çalakiyên ku di encamê de 12 dagirker hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn, weke bersiva êrîşên li ser şehîdgeha Efrînê, hatin li dar xistin.

Back to top button