Civîna Wezîrên Hawirdorê ya G20 li Napolî despê kir

Civîna Wezîrên Hawirdor, Avhewa û Enerjiyê yên welatên G20, bi mazûvaniya Îtalya despê kir.

Wezîrê Guherîna Ekolojîk yê Îtalya Roberto Cingolani li Koşka Plazzo Reale ya dîrokî ku li bajarê Napolî ye wezîrên welatên G20 pêşwazî kir.

Wezîr û nûnerên rêxistinên peywendîdar ên ji welatên G20 ji bo pirsgirêkên windabûna cihêrengiya biyolojî û qirêjbûn, xerakirina erdên çandiniyê, çolbûn, bêavî û çavkaniyên din ên xwezayî nîqaş bikin û li çareseriyan bigerin li hev kom bûn.

Civîn wê 2 rojan dewam bike.

Di civîna ku wê 2 rojan dewam bike de axaftina despêkê ji aliyê Wezîrê Îtalya Cingolani ve hate kirin.

Cingolani destnîşan kir ku ticarî rola hawîrdorê ewqasî girîng nebûye û wiha got:

“Ev civîn di şert û mercên bêhempa yên ku pêwist dike û hê jî çalakiyek cîhanî ya wêrek, hevpar û bilez pêwistî pê heyî de tê li dar xistin.”

Ji bo ewlekariya civîna G20 ya ku li Napoli tê lidarxistin, tevdîrên parastinê hatin zêdekirin û nêzî 2 hezar û 200 leşker hatin erkdarkirin.

Di nava rojê de, beşek ji komên hawirdorparêz li dijî civînê xwepêşandan lidar xistin.

Di xwepêşandanan de welatên G20 bi dirutî hatin tewambarkirin û hate gotin,

Ew tenê berjewendiyên şirketên mezin diparêzin.

Back to top button