JI BER RAKIRINA ALAYÊN YPG’Ê JI SER OFÎSA WÎ, SERÎ LI DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN A FEDRAL DA

Parlamentera Partiya Çep Endamê Meclîsa Federal Michel Brand, ku par di dema serdana Erdogan a Berlînê de ala YPG’ê li buroya xwe daliqand û polîsan avêtin ser buroyê wî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal da.

Michel Brand, ji bo hevkariya hikumeta federal a bi serokatiya Merkel a bi rejîma Enqereyê re şermezar bike, di Îlona borî de dema Serokkomarê Tirk Erdogan çû Berlînê li her sê paceyên buroya xwe ya li nêzî otela ku Erdogan lê dima, ala YPG’ê daliqandibû.

Polîsan piştî demekê bêyî agahiyê bidin Brandt yekser avêtin ser buroyê û dest danîn ser alên YPG’ê.

Koma Partiya Çep serî li Serokê Meclîsa Federal Wolfgang Schaeuble da.

Lê Meclîsa Federal bi xemsarî nêzî bûyerê bû, lewre Brandt serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal da.

Brandt diyar kir, li dijî destûra bingehîn e ku polîs bêyî agahiyê bidin wî ketin buroya wî.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal jî serlêdan qebûl kir û tê payin rojên bê biryara xwe bide.

Leave a Reply

Back to top button