LI BAJAROKÊ TIRBESPIYÊ ŞÊNIYAN JI BO PIŞTGIRIYA ROJHILARTÊ KURDISTANÊ ALÎKARIYAN KOM DIKIN

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bo piştgiriya şêniyên Rojhilatê Kurdistanê yên ku di encama lehiyan de zirar dîtine alîkariyan kom dikin.

Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngava komkirina alîkariyê ji bo piştgiriya şêniyên Rojhilatê Kurdistanê destpê kir.

Li navçeya Tirbespiyê Heyva Sor a Kurd konê alîkariyê vedaye.

Ji bo alîkariyê jî bi sedan navçeyê ji tevahiya pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan berê xwe dan kon û li gorî derftên xwe alîkarî pêşkêş kirin.

Endamê Heyva Sor a Kurd a navçeya Tirbespiyê xebat Dogan li ser mijarê axivî û got:

Armanc ew e ku alîkariyê di aliyê madî û manewî de bidin gelê Rojhilatê Kurdistanê.

Şêniyê bi navê Gebar Emîn Ehmed ê ku alîkarî daye got:

Wek gelên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan em hewild didin kêmek jî be bi xelkê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê re bibin alîkar.

Leave a Reply

Back to top button