Hiqûqnas Mihemed Osman: Ev Komîteya Destûrî nûnertiya gelê Sûriyê nake

Hiqûqnas û ji rêveberên Yekitiya Parêzeran a Minbicê Mihemed Osman li ser civînên “Komîteya Destûrî” ku careke din dest pê kirine axivî û got ev komîte, nûnertiya gelê Sûriyê nake.

Mihemed Osman dibêje karê vê Komîteya Destûrî ne qanûnî ye ji ber ku nûnertiya ajandeyên derve dike.

Osman tekez kir divê endamên komîteya Destûrî ji aliyê gelê Sûriyê ve werin hilbijartin û ev pirs kir: Kê endamên vê komîteyê hilbjartine?

Mihemed Osman destnîşan kir her endamekî vê komîteyê ji aliyekî derve ve hatiye hilbijartin û got wê
gelê Sûriyê xebatên vê komîteyê bi tu awayan qebûl nake

Dawiyê Osman diyar kir ku çareserkirina aloziyê Sûriyê bi kombûna gelê Sûriyê li ser maseya diyalogan e.

Ji 18’ê Cotmehê ve tora 6’an a civînên destûra Sûrî li Cinêvê dest pê kiriye.

Ji ber ku nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyê di civînên 5 carên dawî de tine bû, hemû jî bi bin ketin

Back to top button