QSD: Îdîayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewin

Dewleta Tirk a qirker li dijî herêmê hertim şerê taybet dimeşîne û her roj dereweke nû derdixe.
Doh Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk li ser hesabên xwe îdîa dikir ku 6 şervan QSD’ê êrişî bargeheke wan kirine û her 6 şervan QSD’ê şehîd xistine.
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku îdîayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewin, bi armanca rewa kirina êrişên xwe van îdîayan derdixe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk – QSD di daxuyaniyê de wiha got:

“Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal, îdia kir ku şervanên me êrişî baregehên wê yên li herêmên dagirkirî kirine û di encamê de jî 9 şervanên me şehîd bûne.”

Ev nûçe ne rast in û dewleta Tirk bi belavkirina van nûçeyan dixwaze êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewa bike.”

Back to top button