“Zexta hêzên Navneteweyî dikare encaman li dijî dewleta Tirk bi xwe re bîne”

Endamê Meclisa Nûneran a Îtalyayê Erasmo Palazzotto pêşniyarnameyek pêşkêşî parlamentoya Îtalyayê kir û tê de daxwaz kir, bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve were lêkolînkirin. 

Erasmo Palazzotto diyar kir wî ev mijar xistiye rojeva parlamentoya Îtalya da ku hikumet bersivê bide û piştrast kir “Zexta hêzên navneteweyî dikare encaman li dijî sûcên dewleta Tirk bi xwe re bîne.”

Palazzotto da xuyakirin di pêşniyarnameyê de hatiye gotin divê rola Tirkiyê ku endama NATO’yê ye di têkbirina ewlehiya herêmê de nîqaş bikin û li dijî vê yekê helwestekê nîşan bidin.

Li ser têkbirina wan ji DAIŞ’ê re, Erasmo Palazzotto Kurd spas kirin û got: “Divê em di vê berxwedanê de bi wan re bin.”

50 Partî û Saziyên Kurd ên li Ewropa bang li OPCW’ê kirin

Duh jî 50 Partî û Saziyên Kurd ên li Ewropayê derbarê êrişên bi çekên kimyewî yên dewleta Tirk bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî kirin ku ev êrîş bi dawî bibin.

Back to top button