Ji G20 bo Glasgow peyamek lewaz hat dayîn

Civîna welatên G20 ku du rojan dewam kir doh bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
Lîderên 20 welatên ku aboriya xwe herî başin, ji bo sînorkirina germahiyê bi 1,5 pileyî re careke din girêdana xwe piştrast kirin.
Lê, ji diyarkirina dîrokek ya sifirkirina emisyonên karbonê jî reviyan.
Aktivîst jî daxuyaniya G20 weke peyameke lewaz ya ji bo Glasgowê pênase kirin.

Civîna welatên G20 ya li paytexta Îtalya Roma pêk hatî piştî 2 rojan bidawî bû.

Civîna ku 30’ê Cotmehê despê kirî, doh bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Yek ji armanca sereke ya civînê sînordarkirina germahiyê bi 1,5 pileyî bû.

Ji ber ku ji sedî 80 belavbûna gaza sera ya cîhanê ji aliyê welatên G20’ê ve pêk tê.

Ev welat ji bo sifirkirina karbonê civiyan.

Lê careke din ji armanca xwe pir dur man.

Encama G20 wekî mifteya serkeftina Civîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ku îro li Glasgow a Skoçyayê dest pê kir, tê dîtin.

Serokwezîrê Îtalya Mario Dergahi pişti civînê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Mario Dergahi diyar kir ku ji bo alîkariya welatên aboriya wan lewaz û sînordarkirina germahiyê bi 1,5 pileyî re, wê 609 milyar dolar alîkarî bikin.

Dergahi got:

“Ev cara yekem e ku welatên G20 soz didin ku bigihîjin armanca xwe ya germbûna gerdûnî di binê 1,5 pileyî re.”

Di dema ku dîplomat diyar dikin ku zimanekî ji Peymana Parîsê tundtir hatiye bikaranîn, çalakvan jî encamnameya civînê bi “qels” bûnê rexne dikin.

Back to top button