Li Kobanê ji bo parastinê HPC xebatên xwe zêde kirin

Ji bo xweparastina ji êrîşan, endamên HPC’ê xebatên xwe zêde dikin. Li Kobanê jî ev yek xuya dibe, endamên HPC ketine tevgerê û li her derê belav bûne. Ev endamên HPC’ê dibêjin ew ê li hember her êrişeke gengaz parastina xwe bikin û nehêlin ti kes aramiya li herêmê têk bibe.

Li dijî gef û êrîşên li ser herêmê, gel, hêzên parastina civakî jî di nav de, li her devera herêmê ji bo xweparastinê di nava xebatê de ne.

Li Kobanê jî Hêzên Parastina Civakî (HPC) ji bo ewlehiya bajar endamên xwe li tevahî bajêr belav kirine.

dengê zindî bidin çend saniyan

Di her taxeke sereke ya bajêr û li rêyên cuda jî endamên HPC’ê hene û tevgera çûnûhatinê kontrol dikin.

Yek ji wan Şêx Elî Cebir yê 60 salî ye, ku bi şevan jî çeka xwe hildigire û li bendeke têketina bajêr nobetê digire.

Şêx Elî Cebir dibêje wê êrîşkirina bajar ne bi hêsanî be û piştraast kir ew ê parastinê bikin.

Ne tenê mêr, jin jî di her bendeke kontrolê de cihê xwe digirin û parastina axa xwe dikin.

Endama HPC’ê Narîn Hemo jî yek ji wan e ku rojane nobetê digire û dibêje ew ê nehêlin ti kes aramiya herêmê têk bibe.

Endamê HPC’ê Bekir Hibo jî li dijî her êrişek gengaz banga hevgirtinê li gel kir.

Gel li her derê biryara xweparastin û têkoşînê daye û bi tu awayî êrîş û dagirkirina herêmê ji aliyê Tirkiyeya qirker ve qebûl nakin.

Back to top button