Dewleta Tirk li Efrînê darên zeytûnê ji kokê dibire

Dewleta Tirk xwazaya Efrînê talan dike. Darên zeytûnan ên bi salane Efrîniyan xwe pê xwedî dikir, dibire. Li dijî vê hovîtiyê jinên ji Efrînê yên li Kampa Berxwedanê a Şehbayê helwest nîşan dan û bang li herkesî kirin ku li ber vê hovîtî û talanê rabin.

Ji dema dagirkirina Efrînê û heta niha dewleta Tirk gelek darên zeytûnê ji kokê birîne.

Her wiha nahêlin şênî derbasî nav erdên xwe bibin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê sala 2021’an zêdetirî 16 hezar û 500 darên zeytûnê li Efrînê hatine birîn.

Her wiha 500 hezar dar hatin şewtandin û 11 hezar jî dest danîne ser.

Herî dawî meha Kanûnê jî li gundê Meydankê ya navçeya Şerayê ya Efrînê nêzî 50 darên zeytûnê hatin birîn.

Derbarê mijarê jinên ji Efrînê yên li kampa Berxwedanê ya Şehbayê dimînin axivîn.

Firyal Osman: Divê herkes li ber vê talan û hovîtiyê rabe

Firyal Osman, a ji navçeya Mabetayê ya Efrînê dibêje ka mafê me, çima dewlet li dijî vê bê deng in.

Rengîn Birîmo: Dewleta Tirk darên me dibire û dişewitîne

Rengîn Birîmo ya ji navçeya Bilblê ya girêdayî Kantona Efrînê da zanîn dewleta Tirk him daran qut dike û him jî dişewîtîne.

Back to top button