Dostmendê gelê Kurd Tûtû jiyana xwe ji dest da

Dostê gelê Kurd Desmond Tûtû ê ji Afrîkaya Başûr di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Desmond Tûtû Yek ji sembolên têkoşîna li dijî rejîma Apartheîd bû.

Serokkomarê Efrîkaya Başûr Cyrîl Ramaphosa ragihand ku oldar Desmond Tûtû jiyana xwe ji dest da.

Ramaphosa bi navê ‘Xelkê Efrîkaya Başûr’ êş û xemgîniya xwe parve kir.

Tûtû xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 1999’an bû bi piştgiriya xwe a bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê jî dihate naskirin.

Tûtû ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya diyalogê di Mijdara 2012’an de Însiyatîfa Aştiyê ya Navneteweyî ragihandibû.

Di sala 2014’an de êrişên DAIŞ’ê li ser Kobanê de li cem Kurdan cih girt.

Tûtû yek ji aktorên girîng ên kampanya ‘Dema wê hatiye’ bû ku ji bo azadiya Rêber Ocalan hate destpêkirin.

Yek ji 50 Xelatgirên Nobelê ku sala 2019’an li dijî tecrîdê bang kir.

Herî dawî di Nîsana 2021’ê de bi navê Kampanya Aştiyê ya Kurdistanê mohra xwe danîbû binê nameya ji bo azadiya Rêber Ocalan.

Back to top button