MSD: Ji bilî veguhestina siyasî tu çareserî tune ne

Bi boneya salvegera şerê li Sûriyê Meclisa Sûriya Demokratîk û Meclisa Jinan a Sûriyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat gotin: “Ji bilî pêkanîna veguhestina siyasî ya ber bi dewleta demokratîk ya nenavendî ve, tu çareserî li Sûriyê tune ne.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê bi boneya salvegera 11’an a destpêkirina şerê Sûriyê, daxuyaniyek da.

MSD’ê di daxuyaniyê de anî ziman 11 sal di ser destpêkirina şer re derbas dibin û wiha domand:

“Çirûska şerê li Dera dest pê kir, bi lez li tevahî bajar û bajarokên Sûriyê belav bû.

Beriya vî şerî bi salên dirêj têkoşîna li dijî zordariyê hebûn.

Tê de welatiyên Sûriyê ji ber siyasetên dermirovî yên rejîmê gelek azar kişandin.”

MSD’ê destnîşan kir ku Desthilata Şamê berpirsê karesatên mirovî yên li Sûriyê ye û wiha domand :

“Berpirsê yekemîn ê kuştin, wêrankirin û koçberkirinê, desthilata Şamê ye.

Wê hemû însiyatîfên diyaloga hundirîn a bi armanca çareserkirinê red kirin û krîz mezintir kir.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê dawiyê tekez kir divê hemû aliyên muxalif ên demokratîk li ser nêrînek giştî û nexşerêyekê bicivin da ku ji vê krîzê rizgar bibin.

Meclisa Jinan a Sûriyê: Divê rola jinan di danûstendinên çareseriyê de hebe

Bi heman armancê Meclisa Jinan a Sûriyê jî daxwiyaniyek da.

Meclisê diyar kir piştî şerê bi salan, dem hatiye ku hemû aliyên Sûrî fêm bikin pêwîst e tevahî pêkhateyên Sûriyê cihê xwe di diyalogan de bigirin.

Meclisê banga çalakkirina rola jinan di danûstandinan de û avakirina şandeyeke jinan ji bo danûstandinên li Cinêvê kir.

Back to top button