Li Perûyê erd şemitî herî kêm 15 kes winda ne

Li rojavayê parzemîna başûrê Amerîka, bandorek zêde ya baranê heye. Li bakurê Perûyê, ji ber şemitîna erdê 15 kes winda bûn.

Li gundê Retamasê ku li quntara girekî li herêma Libertadê ye, 15’ê Adarê bi dehan mal di encama şemitîna axê de hilweşiyan.

Wezîrê Parastinê Jose Gavidia diyar kir ku di navbera 15 heta 20 kesi de winda ne.

Li gorî rayedarên xwecihî di nava windahiyan de 3 zarok jî hene.

Fikar hene ku bîlanço girantir bibe.

Di dîmenên li tevna medya dîjîtal hatin weşandin de, bi dehan mal di bin axê de man.

Gundê Retamasê ku bi giranî malbatên karkerên kanên madenê lê ne, li qadekê asê ye.

Ji ber vê yekê çûn û hatina ji bo herêmê zehmete.

Ev herêm bi 16 saetan dûrî paytexta herêmî Trujillo ye.

Back to top button