QSD: Nûçeyên şehadeta fermandarekî me derew in

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê diyar kir ku nûçeyên girêdayî şehadeta fermandarekî wan li ser rêya Tebqa- Mehmûdlî derew in.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku nûçeyên dibêjin fermandarekî wan li ser rêya Tebqa-Mehmûdlî şehîd bûye ne rast in.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Hin malper û rûpel agahî belav kirin û gotin, fermandarekî hêzên me bi navê Krîboz di êrişekê de li ser rêya Tebqa-Mehmûdlî şehîd bû û bi nûçe re wêneyek ne rast parve kirin.

Ew agahî ne rast in, lê çîrokeke çêkerî û nûçeyeke îstîxbaratî qirêj e ku bi mebest ji aliyê malperên rojnameyên ve tên parvekirin.

Zextên mezin ji aliyê finansekarên wan ve têne kirin ku hêzên me reş bikin û daxwazên aliyên ku ji wan re dixebitînin, bi cih bînin.”

Back to top button