Li Pakistanê hikumeta serokwezîr xan ji erk hate girtin

Hikûmeta Îmran Xan di encama dengdana bêbaweriyê ya li parlamentoya Pakistanê de hilweşiya. Di dengdana pêbaweriyê ya li Meclîsê de hikûmeta Serokwezîr Îmran Xan 174 dengên na wergirt.

Piştî civîna 14 saetan a parlementoya Pakistanê, bi 174 dengan biryar girtina Xan ji erk da.

Îmran Xan bû yekem serokwezîrê Pakistanê ku bi dengdana bêbaweriyê ji posta xwe hate dûrxistin.

Di dewamiya sucên duh yên ku dibêjin Amerîka li pişt hewla opozisyonê ye da ku hikumetê hilweşînin Xan gotibû:

“Berî çend mehan çend parlamenter çûn Balyozxaneya Amerîkayê ya li Îslamabadê û ji wan re hat gotin, wê li dijî serokwezîr Xan dengê bêbaweriyê bê dayîn.”

Xan, diyar kir ku ew ê ti carî li Pakîstanê hikûmetek “îthalatî” qebûl nekin.

Ji bo vê yekê Xan bang kir ku îro xwepêşandanên girseyî li welat pêk werin.

Dadgeha Destûra Bingehîn bi biryara xwe ya 7’ê Nîsanê rê li ber dengdana pêbaweriyê li Serokwezîr Xan vekir.

Piştî ku hikûmeta Îmran Xan bi dengdana bêbaweriyê li Pakistanê hat hilweşandin, sibe wê serokwezîrekî nû li parlamentoyê were hilbijartin.

Back to top button