Şêniyên Dêra Zorê: Tirkiye dixwaze projeya neteweya demokrat têk bibe

Şêniyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo nerazîbûn nîşan dan.
Şêniyan got: “Fikrê rêbertî kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. Bi saya fikrê rêbertî herêm bi ewle bû û tevahî pêkhate bi hev re dijîn.”

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya rojhilatê Dêrazorê Hemze Kihêlat anî ziman “11 di ser aloziya Sûriyê re derbas bûn, ji bilî projeya neteweya demokratîk a Rêber Ocalan, me tu çareseriyên guncaw nedît.”

Şêniya bi navê Menal El-Elî jî da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji tecrîdê ew e projeya neteweya demokratîk têk bibe.

Menal El-Elî bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li gorî rêgez û qanûnên navneteweyî tevbigerin, tecrîda li ser rêber Ocalan rakin û wî serbest berdin.

Back to top button