Çeteyên DAIŞ’ê li Humsê êrişî navendek hêzên hikûmeta Şamê kirin.
Balafirên şer ên Rusyayê jî deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî bombebaran kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, çeteyên DAIŞ’ê êrişî deverek hêzên hikûmeta Şamê ya li gundê El-Xiwêliye ya li çolistana Himusê kirin.
Balafirên Rûs deverên DAIŞ’ê bembebaran kir
Çavdêriyê ragihand, balafirên şer ên Rusyayê jî nêzî 20 êrişên hewayî li dijî deverên çeteyên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî pêk anîn.
Hêzên hikumeta Şamê û çete li derdora Helebê şer kirin
Her wiha çavdûriyê da zanîn ku hêzên hikûmeta Şamê bi moşek û topan derdora herêmên El-Silêman,Tedîl û Kefer Teal El-Kobra ya li rojavayî Helebê topbaran kir.
Her wiha çeteyan jî êrişî deverên hêzên hikûmetê ên li derdora Ewrom El-Kubira ya li bajêr kirin.