1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanî, li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi xwepêşandan û pîrozbahiyan hat pêşwazîkirin. Li Minbic daxuyaniyî û li Helebê jî bi boneya rojê xwepêşandan pêk hat.
Li bajarê Minbicê, Yekitiya Karkeran bi boneya 1’ê Gulanê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, hêza bingehîn a avakirina civakê û geşkirina welat, kedkar in.
Wekî din hat diyarkirin ku di rewşa heyî de li herêmê civak bi nirx li xebat û kedar karkeran dinere.
Li taxên Şêx Meqsûd û Eşerefiyê hat pîrozkirin
Li bajarê Helebê jî 1’ê Gulanê roja karkeran hat pîrozkirin.
Bi sedan karker, endamên saziyên sivîl û xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî çalakiyê bûn.
Girseya li Hola civînan ya li taxa Şêxmeqsud kom bû heta Qada Şehîdan meşiya.
Hevseroka Saziyên Civaka Sivîl Sûad Hesen û hevşaredarê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Selah Sîno axivîn keda karkeran a di avakirina civakê de silav kirin.