RSF: Li Tirkiyê zextên li ser rojnamegeran kêm nabin

Îro 3’ê Gulanê Roja Azadiya Ragihandinê ya Cîhanî ye.
Rêxistina Rojnamevanên Sînonenas têkildarî rojê raporek eşkere kir û tê de dibêje, êrişên li ser endamên ragihandinê kêm nabin.
Li gorî rêxistinê, ji 180 welatên cîhanê, Tirkiye di mijara azadiya ragihandinê de di rêza 149’an de ye.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî sala 1993’an 3’ê Gulanê weke Roja Azadiya Ragihandinê ya Cîhanî binav kir.

Bi boneya rojê, Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas rapora binavê “Nîşneya Azadiya Ragihandinê” ya sala 2022’an eşkere kir.

Rêxistinê diyar kir ku li gelek alkiyên cîhanî rojanemger 3 Gulanê di bin siya zext, girtin û binçavkirinê de pêşwazî dikin û got;

Ji destpêk sala 2022’an ve her mehê 50 rojnameger derketin pêşberşî dadgeran.

Di raporê de rewşa azadiya ragihandin li nava 180 welatan hatiye lêkolînkirin.

Li gorî daneyan, welatê ku herî zêde ragihandin lê azad Norwêc e.

Tirkiyê ku weke zindana vekirî ya rojnamevanan tê binavkirin jî di rêja 149’an de ye.

RSF bi bîr dixe ku Tirkiyê sala 2005’an di rêza 98’an de bû û wiha dewam dike:

Piştî nakokiyên li gel pîvanên Yekîtiya Ewrûpayê, li Tirkiyê zextên li ser rojnamevnan zêde bû.

Bi taybet piştî ku serokkomarê Tirk Erdogan li meydanan rojnameger hedef nîşan da, zext zêde bûn.

Wisa lê hatiye ku kesên êrişên rojnamevanan dikin nayê cezakirin.

Berovajî yên derdikevin pêşberî dadgeran, rojnamevan in.

Cezakirina wan jî ji ber sedemên pûç ên mîna “heqareta li serokkomar” û ” alîgiriya terorê”.

Di raporê de tê gotin, li Tirkiyê ji bilî saziyên alîgirên Erdogan û hukûmeta wî, rojnamevan nikarin bi awayekî azad karê xwe bikin..

Back to top button