Gerînendeya avê ya cizîrê 13 hezar donim erd av dide

Li ser daxwaza komîn û cotkaran, 13’ê Nîsanê Gerînendeya Avê ya Herêma Cizîrê 4 kenalên bendav ên avdanê vekirin.
Ev bendav jî wê 13 hezar donim erd av bidin.

Ji rêveberên girînendeyê Mûsa Xelef diyar kir ku ji bendavên Çilaxa û Zixêriyê, wan 5 hezar donim erd av da.

Di qonaxa duyem de jî ji bendava El-Hakimiye ya Dêrikê 3 hezar donim erd û ji bendava Mizgeftê ya Tirbespiyê 5 hezar donim erd av da.

Li kantona Qamişlo 7 bendav hene, li navçeya Tirbespiyê Mizgeftê û Maşûqê, li navçeya Çilaxa Zixêriyê û Çilaxa, li Dêrikê jî El-Hikmiyê, Sefan û Heyaka.

Back to top button