Peyamana nukleerî ya Îranê..DYA: Ji ber mijarên nediyar em xwe ji senaryoyên nû re amade dikin

Salek derbas bû û hîna ti encamek berbiçav ji danûstandinên peyamana bernameya nukleerî ya Îranê derneketiye. Waşîngtonê ragihand ku ne diyar e di encama danûstandinên bi Îranê re wê bigihin rêkeftinekê yan na. Ji ber vê yekê ew xwe ji senaryoyên nû re amade dikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Ned Price bal kişand ser danûstandinên bi Îranê re ku bi awayekî nerasterast vegere li Viyanayê dewam dike kir û got:

Pêşketinên ku di peymaan navbera aliyan de ku li Viyanayê hatiye bidestxistin girînge, lê helbet em hîna jî bi dawî nebûye.

Price, bal kişand ku ew bi hevalbendên xwe yên Ewropî re danûstandinan didomînin û ev tişt anî ziman:

Em ji bo her du senaryoyên lihevkirin û nelihevkirinê amade ne.

Ji ber vegera li peymanê hîna jî ne diyare.

Price gotinên Biden yên “peymana nukleerî pêk were yan na, ewê nehêlin ku Îran bibe, xwedî çekên nukleerî” dubare kir.

Amerîka 2018’an di serdema serokê berê Donald Trump de bi awayekî yekalî ji peyamana nuklerî ya 2015’an hatî îmzekirin vekişiya.

Bi hatina rêveberiya Joe Biden ya 20’ê Çileya 2021′ li ser kar re, danûstandinên vegera peymana nukleerî ya li gel Tahranê despê kir

Back to top button