Li Sînûnê ya Şengalê îro jî çalakiya cîwanan hebû. Çalakvanan xwestin artêş ji nav gund û bajaran derkeve, tenê Asayîşa Êzidxan û polîsên federal yên Iraqê bimînin.
Li nahiya Sinûnê ya Şengalê çalakvanan car din daxwazên xwe anîn ziman û xwestin hemû hêzên leşkerî yên weke artêşa Iraqê û hêzên PDK’ yên wek Qasim Şeşo ji nav gund û bajaran derkevin.
Siyasetmedarê Êzidî Şêx Semîr di çalakiyê de axivî û got:
Şengal birîndar e, êdî bese, wê heya kengê ev pêkanîn û zext li ser Şengalê bêne pêkanîn.
Em naxwazin cardin weke fermana 2014 li me were.
Em naxwazin artêş bikevin nava gundan. Bila lihevkirinên civakî û siyasî em pêkbînin ne yên leşkerî ferz bikin.
Şîrîn Şengalî jî got ku ew li dijî ketina artêşê ya nav gund û bajaran deye û got:
“Nabe artêş bikeve nav civakê, guleyan, teqemeniyan biteqîne û civakê bitirsîne.
Heta artêş derbikeve yê çalakiyên me berdewam bike.