Çalakiya konvedanê ya partî û rêxistinên Suryanî bi dawî bû

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê hêrs û nerazîbên gel zêde dibin.
Çalakiya konvedanê ya partî û rêxistinên Suriyanî ya dijî êriş û planên dagirkeirya Tirk li ser herêmê di roja duyem de bi dawî bû.
Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo jî bi daxuyaniyekê êrişên li ser herêmê şermezar kir.
Şêniyên gundê Xirab Êto yê rojavayê Kobanê êrişên li ser herêmê şermezar kir û gotin, tevî hemû êrişan ew ê dev ji axa xwe bernedin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî li ser Kobanê zêde kirine.

Li dijî êrişan hêrs û nerazîbûnên gelên herêmê jî zêde dibe.

Partî û rêxistinên Suriyanî li dijî êriş û planên dagirkeriya Tirk li ser herêmê duh konê çalakiyê veda.

Îro çalakiya konvedanê bi daxuaniyekê bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de partî û rêxisitnên Suriyan bang li civaka navdewletî kir ku êriş û planên dagirkeriya Tirk ên dijî gelên herêmê yên resen têne kirin bidin rawestandin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo êrişên li ser herêmê şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo bi daxuyaniyekî êriş şermezar kir.

Daxuyanî bi amadebûna endamên malbatên şehîdan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate gotin armanca dewleta Tirk ji van êrişan têkbirina aramî û destkeftiyên herêmê ye û hate gotin dagirkeriya Tirk li hemberî berxwedana gerîla bi ser neket, lewma berê xwe daye Rojava û êrişên xwe zêde kirine.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî û rêxistinên hiqûqî hate kirin li dijî van êrişan bi berpirsyariyên xwe rabin.

Şêniyên gundê Xirab Êto yê Kobanê: Tevî hemû êrişan em xaka xwe bernadin

Şêniyên gundê Xirab Êto yê li rojavayê Kobanê jî der barê êrişên li ser Kobanê ji ajansa ANHA’yê re axivîn.

Şêniyê bi navê Elî Xeşman diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrişan tirsandina şêniya û koçberirina wan e.

Welatiya bi navê Zelîxe Berkel jî got: “Her sal Erdogan êrişî me dike. Lê xaka welat şêrîn e, em dev jê bernadin.”

Şêniyê bi navê Welîd Henîfî Salih jî êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên garantor û hikumeta Şamê şermezar kir.

Back to top button