Mihemed Bin Zayid pişti mirina bavê xwe El Nehyan bû serokê welat

Meclisa Bilind a Itîhadê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan bi piraniya dengan ji bo serokatiya Îmaratê pejirand.

Piştî wefata Serokê Îmarat Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan, navê serokê nû eşkerekirin.

Meclisa Bilind a Îmaratê ku ji 7 mîrnişînan pêk tê, Welîehdê Ebû Dabî Şêx Muhammed Bin Zayed El Nehyan wek serokê nû yê dewletê destnîşan kir.

Ji ber wefata Şêx Xelîfe Bin Zayed Al Nehyan li seranserê welêt 40 roj şîna neteweyî hat ragihandin.

Di dema şîna neteweyî de ala li seranserê welêt daxistibûn nîvê, di sektorên taybet û giştî de kar hatin rawestandin.

El Nahyan di sala 1948’ê de, li Ebû Dabî ji dayik bû.

Piştî ku bavê wî Şêx Zayed bin Sultan Al Nahyan di 2’ê Mijdara 2004’ê koça dawî kir, di 3 Mijdara 2004’an de bû serokê Îmaratê.

Back to top button