Xwedêda Ilyas: Dixwazin Şengl bê Êzdî bihêlin

Hevserokê Meclisa Gel a navçeya Sinûnê Xwedêda Îlyas diyar kir ku armanca êrişên li dijî Şengalê valakirina wê ji Êzdiyan e.

Hevserokê Meclisa Gel a navçeya Sinûnê ya Şengalê Xwedêda Îlyas li ser rewşa Şengalê axivî.

Xwedêda Îlyas anî ziman ku qirkirina Êzdiyan ya sala 2014’an dewam dike û ev tişt anî ziman:

”Êrişa artêşa Iraqê, siyasetên dijminane yên PDK’ê û tevkariya bi Tirkiyê re, berdewama wê qirkirinê ye.

Xwedêda Îlyas dibêje qirkirina Êzdiyan armanca Tirkiyê ye lê PDK’ê û Iraq jêre armanca wî pêk tînin.”

Li ser îdiayên hebûna PKK’ê li Şegalê jî Îlyas ev tişt got: ”PKK’ê Şengal parast û ev rastiyek berbiçav e.

Lê ji 2018’an ve PKK’ê bi awayekî fermî û li pêş raya giştî hêzên xwe ji Şengalê vekişand.

Ji ber wê jî ev idîayên wan behane ne. Dixwazin Şengalê bê Êzdî bihêlin.”

Dawiyê de Xwedêda Îlyas piştrast kir ku rêya yekane ya li hember komplogeran berxwedan e.

”Me berê jî li dijî fermanan li ber xwe daye, em ê niha jî li ber xwe bidin.”

Back to top button