Bi sedan welatiyên Qamişlo li dijî êrişan daketin qadan

Gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a qirker çalakiyên xwe didomînin. Welatiyên Qamişlo ber bi sînor ve meşiyan û êrişên Tirkiyê şermezar kirin. Rêveberiya Xweser a Efrînê bi daxuyaniyekê teqez kir dê têkoşîna wan li hember dagirkeriyê bidome.

Şênieyên Qamişlo, ji bo hêrsa xwe li dijî gef û êrişên dewleta Tirk nîşan bidin, îro meşek pêk anî.

Meşê ji pêşiya nexweşxaneya COVID 19 dest pêk kir û heta nêzî sînorê Tirkiyê dewam kir.

Rêveberiya Xweser êrişên dewleta Tirk bi daxuyaniyekê şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Efrînê jî ji bo heman mijarê daxuyaniyeke çapmeniyê da.

MSD’ê bi armanca nîqaşa rewşa herêmê civînek li Minbicê darxist

Her wiha Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê jî, ji bo gotûpêjkirina geşedanên dawî yên herêmê, civînek ji bo êlên Ereb, Kurd, Tirkman û Şerkesî yên Minbicê li dar xist.

Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Giştî yê MSD’ê Hesen Mihemed Elî di civîn de diyar kir ku her dewletek di bin têgîna ku Şerê Terorîstê dikin hewl dide ku armancên xwe li herêmê pêk bîne.”

Hesen Mihemed Elî got: “Piştî 100 sal di ser peymana Lozanê re derbas bû, dewleta Tirk hewl dide ji nû ve rewşa xwe bi rêya pêkanîna Mîsaqî Millî vegerîne.”

Back to top button