Li Amerîkayê di nava 48 saetan de 10 kesên din hatin kuştin

Azadiya firotina çekan û encamên wê yên rê li ber kuştina mirovan vedikin, ji rojeva Amerîkayê dernakev. Tevî nerazîbûnên li hemberî komkujiya Teksasê jî êrişên çekdarî dewam dikin. Di nava 48 saetan de, 10 kesên din hatin kuştin. Ji bo ev êriş bidawî bibin niha herkes li benda biryara reformê ya Waşîngtonê ye.

Beriya demeke li eyaleta Teksasê, ji ber êrişa çekdarî ya li dijî dibistaneke seretayê, 19 ji wan zarok, 21 kes hatibûn kuştin.

Ji ber vê encama giran, di serî de serokdewlet Joe Bide, hejmareke zêde ji senatoran daxwaza guhertina qanûna firotina çekdan kir.

Di wextekî wiha de, nûçeyên êrişên nû ji Amerîkayê têne belavkirin.

Li gorî agahiyên ku rojnameya The Independent belav kirî, di nava 48 saetan de li Amerîkayê 10 kesên din ji ber êrişên çekdarî hatin kuştin.

Ji ber zêdebûna van êrişan, civaka Amerîkî niha li benda qanûna reformê ya firotina çekan e.

Bi vê armancê komek ji senatorên Demokrat û Komarger dest bi xebatan kirine.

Back to top button