Eşref Marûs ê Misrî treneke 220 ton giran li pey xwe kişand

Ez zelamê herî bihêz yê cîhanê me.
Ji bo vê hêza xwe nîşan bidim jî wê bi rekoreke nû navê xwe li pirtuka Guinnessê binivîsim.
Guleşvanê Misirî Eşref Marûs bi vê îdiayê tirenek 220 ton gran, bi rêya werîsekî ku bi xwe ve girêdayî li pey xwe kişand.

Eşref Mahrûs yê binavê Kabonga tê naskirin, li navçeya Şubra ya paytexta Misir Qahîreyê, vagoneke 220 ton û 6 metreyî bi laşê xwe ve girê da.

Ew îdia dike ku zilamê herî bihêz yê li cîhanê ye.

Kabonga got:

Ji bo şkandina rekorê, divê komîteyek ji Guinnessê beşdar bûbûya.

Lê ji ber maliya vê giran bû min nekarî wan beşdar bikim.

Lê derbarê giranî, dirêjî, pehnahî û metreyê de agahî û belge xwestine.

Ekîba ku li gel Kabonga beriya ku ew despê bike, cihê ku heta lê raweste diyar dikin.

Piştî ku digihêje armanca xwe Kabonga li gel kesên derdorê yên hêz dane wî serketina xwe pîroz kir.

Her wiha mêrik bi kişandina giraniya herî zêde ya bi diranê xwe jî navê xwe li Pirtûka Rekoran a Guinnessê nivîsandiye.

13 Haziran 2021’de, Kabonga barhilgirekî bi giraniya 15 ton û 730 kîlogram kişandibû.

Back to top button